Nîsan 25, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Razîbûna alîyên sûdanî ser agirbesa sêrojî

Nivîsgeha Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê di daxûyanîyekê da ragihand: Bi dû navbeynkarîya Erebistan û Amerîkayê da ji bo rawestandina pevçûnan li Sûdanê û xatircembûna welatîyên me, Fermandetîya Hêzên Çekdar razîbûna xwe ser agirbesa sêrojî ragihand.

Di daxûyanîya Nivîsgeha Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê da wiha hatîye: Ew razbûna bi vî mercî ye ku serhildêr pabendê rawestandina hemî destdirêjîyan û pêwîstîyên domandina agirbesê bin.

Li alîyê din, “Hêzên Berteka Lezgîn” jî razîbûna xwe ser agirbesa sêrojî ragihandin.

“Hêzên Berteka Lezgîn” ragihandin ku ew dê pabendê agirbesa ragihandî bin.

Sersekreterê NY’yê ‘Antonio Guterres’ jî ragihand ku ev rêxistina yê karê xwe li nav û dervayî Sûdanê bidomîne.

Guterres herwiha pêgirî ser a NY’yê sozdarîya NY’yê ji bo piştgirîya ji pêkanîna siberojeke tijî aştî ji bo gelê Sûdanê kir.

Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û “Hêzên Berteka Lezgîn” ji berbanga 15ê Nîsanê va bi merema bidestxistina desthilatê li Xartûma paytext û şarên din dest pê bû.

 

Serepeyv