Nîsan 25, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Li kolêja Oklahomayê êrişa bi çekê pêk hat; kesek hat kuştin

Di encama êrişeke bi çekê da li kolêja Oklahomayê, kesek hat kuştin.

Polîsê Amerîkayê ragihand ku di encama êrişa bi çekê da li Kolêja “Rose State”ê li Oklahomayê kesek hat kuştin û gumanbarek hat desteserkirin.

Kolêja “Rose State”ê di twîtekê da ragihand, di encama êrişa bi çekê da li vê kolêjê, kesk hat kuştin û gumanbarek jî hat desteserkirin.  

Dema meriv amarên şîdeta bi çekê yên li Amerîkayê û welatên din ên cîhanê dide ber hev, Amerîka welatekî tam bêmînak e; nifûsa Amerîkayê nêzî sedî 5ê nifûsa dinyayê pêk tîne, lê nêzîkî sedî 31ê kesên ku bi çekê komkujîyan pêk tînin li Amerîkayê dijîn.

Herwiha encama hilkolandinan nîşan dide ku hejmara kuştîyên bi tifingê li Amerîkayê rabûye asta herî bilind a di 30 salên buhurî da.

 

Serepeyv