Nîsan 25, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • Joe Biden bi fermî bû berbijarê Hilbijartina Serokkomartiya Amerîkayê ya 2024an

‘Joe Biden’ Serokkomarê Amerîkayê bi awayê frmî berbijariya xwe di Hilbijartina Serokkomartiya Amerîkayê ya 2024an da ragihand.

Li gorî rapora Associated Press’ê, Joe Biden’ê 80 salî ku serokkomarê herî kal di dîroka Amerîkayê da ye, roja Sêşemiyê, 25ê Nîsanê bi weşandina vîdyoyekê li ser twittera xwe got ku ew ê ji bo Hilbijartina Serokkomartiya Amerîkayê ya 2024an bibe berbijar.

Piştî ragihandina Joe Biden, ‘Kamala Hêrîs’ alîkara wê jî got ku ji bo dora duyem a serokkomariyê jî di vê cîgehê da li kêleka wî rikeberî bike.

 

 

Serepeyv