Bûdceya eskerî li seranserê cîhanê zêde bûye
Bûceya eskerî ya hikûmetan li seranserê cîhanê ji ber hegerên mîna zama aborî, şerê Rûsiyê û Ukraynê û hewildanên Emerîkayê bona ku pêş Çînê bikeve, bi awayekî bê mînak zêde bûye.
Rapora Saziya Lêkolînên Aşitiya Navneteweyî ya Ustokholmê nasiyar bi ``Sîpêriyê`` nîşan dide bûceya eskerî welatên curbicur ên cîhanê di sala 2022`an sedî 3.7 zêde bûye.
Rapora saziya hanê nîşan dide li cîhanê tu carî ewqas bûce bo beşên eskerî nehatibû terxankirin.
Yek ji berpirsên Saziya Lêkolînên Aşitiya Navneteweyî ya Ustokholmê gotiye: Bo kesên ku alûgurên cîhanê dişopînin û bêewlehtiyên berfireh û qeyranên zêde li navçêeyên curbicur ên cîhanê dibînin, du bermaberbûna xerên eskerî yên welatên curbicur wan ecêbgirtî nake.
Welatên ewrûpî îdia dikin ku şerê Rûsiyê û Ukraynê ew neçar kirine ku bi awayekî bêmînak bûdceya beşa eskerî ya xwe zêde bikin.
Joredbirina bûceya eskerî berûvajiya nêrîna giştî , ne tenê nabe sedema ewlehî ûaaramiyê, belkî bêewlehtî û nakokiyê zêdetir dike.