Nîsan 24, 2023 14:09 Asia/Tehran
  • Demajoya derketina dîplomat û welatiyên biyanî ji Sûdanê didome

Çavkaniyên nûçeyan, şeva derasbûyî ragihandin ku hejmarek ji welatên cîhanê ji wan Inglîz, Almanya, Japonya, Îtalya û Misir dîplomat û welatiyên xwe ji axa Sûdanê derxistin.

 Pevçûnên  bi çekê li Sûdanê ji siba roja şemiyê 15 Nîsanê di navbera hêzên artêşê û koma nasiyar bi hêzên piştgiriya lezgîn, li ser desthilatê destpê bûye û navbeynkariyên navneteweyî bo kutakirina wê û rûniştina aliyên têkildar ser maseya gotûbêjan heta niha bê encam bûye.

  Tevî ku Koma nasiyar bi Piştgiriya lezgîn a Sûdanê agirbesa 72 sietî ya bonaeya eyda rojiyê pesend kiriye  û tevî daxwaza Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî , artêşa vî welatî ragihand ku pevçûn didomin û Rêxistina Cîhanî ya Tendrsutiyê jî dawîn amara kuştiyên pevçûnên çekdariyê û şîdetê li Sûdanê 413 kes ragihand. 

 Serokwezîrê Inglîz ragiahnd ku  Hêzên çekdar ên vî welatî derxistina demlidest a dîplomat û malbatên wan ji Sûdanê bi dawî anîn.

  Wezareta Berevaniyê a Almanyayê jî ragihand ku  balefira eskerî ya vî welatî li Xartûmê rûnişt û pêvajoya derketina welatiyên almanî û çend welatên din destpê bûye.

 Hikûmeta Kanadayê jî roja yekşemiyê ragihand ku   xebata dîplomatîk li Sûdanê hatiye rawestandin.

 Welatên Norvej, Japonya, Holanda, Misr û Fransayê jî derketina  dîplomat û welatiyên xwe ji Sûdanê destpê kirine.

 Li gor nûçeyeke din hejmareke zêde ji zindaniyên sûdanî ji wan Omer El-Beşîr, Serokkomarê berê yê vî welatî ji zindanê hatin berdan.

 Yek ji kesên ku ji zindanê hatiye berdanê Omer El-Beşîr  e ku 1989`an desthilat bi dest xist û Nîsana 2019`an ji ser desthilatê hat wêdebirin û dewleteke veguhestuinê desthilata vî welatî girt destê xwe.

 Pevçûnên çekdariyê li Sûdanê ji siba roja şemiya heftiya buhurî va navbera hêzên artêşê û Koma nasiyar bi hêzên piştgiriya lezgîn destpê bûye û tevî ragihandina agirbesê, pevçûn li navçeyên curbicur ên vî welatî hîna jî didomin.

 

Serepeyv