Nîsan 21, 2023 16:55 Asia/Tehran
  • Dewama kêşeyan li ser sînorên hevpar ên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê da

Ermenistanê, hêzên Artêşa Komara Azerbaycanê tawanbar kir ku ber bi pêgehên hêzên ermenî ve gulle avêtine.

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand hêzên artêşa Komara Azerbaycanê li navçeya Şorzeya Jorîn ber bi pêgehên hêzên ermenî ve gulle avêtine.

Vê wezaretxaneyê herwiha ragihand, di encam vê êrişa da ti derbeyek li hêzên artêşa Ermensitanê neketine.

Rayedarên navçeya Qerebaxê jî ragihandin, hêzên Komara Azerbaycanê bi çekên sivik gulle berdan ser cotkarên gundê Aknagbiyûrê ve ku li ser zewiyên xwe kar dikirin.

Şerrê 44 rojî yê Qerebaxê di sala 2020’î da serê axir bi navbeynkariya Rûsyayê û hevhatinameya agirbesê ya ser navê Daxuyaniyên sêalî, bi dawî hat. Li gorî hevhatinên ku cih hatine, hêzên Parêzvanê Aştiyê yên Rûsyayê li navçeyên kêşeliser bi cih bûne.

Kumşînên Rûsyayê heta nika çend caran pêşiya liv û tevgerên leşkerî û pêşveçûnên artêşa Komara Azerbaycanê li axa Ermenistanê girtine.

 

Serepeyv