Nîsan 20, 2023 17:28 Asia/Tehran
  • Li Sûdanê agirbes hat şikandin û pevçûn dîsan dest pê bûn

Di halekî da ku tenê çend saet ji destpêkirina agirbesa demkî li Sûdanê derbas dibûn, pevçûn careka din li vî welatî dest pê bûn.

Çavkanîyên xwecî li Sûdanê ragihandin ku pevçûn careka din li derdora meqera fermandetîya artêşa vî welatî li Xartûmê dest pê bûn û dengê teqînan li vî şarî hat bihîstin û dûkel ser vî şarî da ketîye.

Îro herwiha di navbera “Hêzên Berteka Lezgîn” û hêzên Artêşê da li rojavayê Sûdanê pevçûneke giran û tund derket û Artêşa Sûdanê hêzên xwe ji parêzgehên din vedikişîne û li Xartûma paytext bi cih dike ta ku bikare zûka rewşê kontrol bike.

Fermandeyê Artêşa Sûdanê jî ragihand ku balafirgeha Xartûmê hê tam neketîye bin kontrola ti yek ji alîyên pevçûnê.

Her du alî hevdu bi binpêkirina agirbesa demkî tawanbar dikin.

Heke pevçûn gurr û giran bibin, tê payîn projeya perçekirina Sûdanê dubare bibe.

 

Serepeyv