Nîsan 20, 2023 17:15 Asia/Tehran
  • Pevçûna li derdora balafirgeha Xartûmê berfire û giran bû

Pevçûna di navbera hêzên artêşê û “Hêzên Berteka Lezgîn” li şarê Xartûm paytexta Sûdanê ji vê sibê va dîsan dest pê bû.

Li derdora balafirgeha Xartûmê û avahîya Serfermandetîya Artêşa Sûdanê pevçûn berfire bûye û agir berbûye wê derê û niştecih ji wir revîn.

Giranî û gurrbûn û berfirebûna êgir nîşan dide ku di depoyên ardûyê yên balafirgeha Xartûmê de teqîn qewimîne.

Ji sibeya roja Şemî 15ê Nîsanê va pevçûnên berfire û tund di navbera hêzên artêşa Sûdanê bi fermandetîya ‘Ebdulfettah Burhan’ û “Hêzên Berteka Lezgîn” bi fermandetîya ‘Mihemed Hemdan Deqlo’ li deverên curbicur û nemaze li Xartûm paytexta Sûdanê dest pê bûn.

Ew pevçûn li asta navNeteweyî hat şermezarkirin û bûye sedema dilnigeranbûna welatên herêmê û daxistina sînorên welatên cînar ji wan ên Misr û Çad’ê.

 

Serepeyv