Nîsan 20, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Fransiyan Macron ‘Ho’ kirin

Nerazîyan di germegerma xwenîşandanên berfireh li Fransayê, serokkomarê vî welatî Ho kirin.

Li gorî rapora Ajansa Reuters’ê, ‘Emmanuel Macron’ Serokkomarê Fransayê di serdana xwe ya bo Alzasê li rojhilatê vî welatî da û dema serdana karistaneke tiraşkariya daran a Matîs, kete ber qerf û tiranên kesên heyî û hat hokirin.

Macron di axaftinekê da li ser guhertinên qanûna malnişînbûnê dema ku got “Ti kes hez nake du salan zêdetir kar bike” tevî vêya “Pêwîst e ku hikûmet xebata xwe bidomîne”, tûşî fîtikandinû û qîrînên bilind ên gel hat.

Serokkomarê Fransayê bersiv da, ev cara yekem nîne ku dibihîze gel gilî û gazinan lê dikin û ya xerabtir ji vêya jî dîtiye.

Wî di eynî demê da got ku ew ê danîna têkiliyê digel fransiyan bidomîne, lê gelheyê dirûşmeya “Macron Istîfa bike” bilind kirin.

 

Serepeyv