Nîsan 18, 2023 17:44 Asia/Tehran
  • Vîdyo; Şîdet û alozîya li Fransayê dîsan fûrrîya û Mekron jî bi dû aramîyê digere

Di halekî da ku Serokkomarê Fransayê ‘Emanuel Mekron’ ji bo aramkirina rewşa welêt 100 roj mecal daye Serokwezîra vî welatî, şîdet û nerazîbûn her ku diçe berfiretir dibin û hemî deverên Fransayê girtîye ber xwe.

Serokkomarê Fransayê berî vîya di axavtineke tomarkirî ya 12 xulekî da, Serokwezîra vî welatî rasipardîye ku di 100 rojên bê da hin karan bike ku bibin sedema aştî, yekitî û coş û geşatîyê li  Fransayê.

Heta çend xulekan piştî weşandina vê axavtina tomarkirî ya Serokkomarê Fransayê, nerazîbûn li seranserî vî welatî dest pê bûn û polîsên dije-şoreşê ji bo tepeserkirina nerazîyan ketin dewrê.

Li Parîsê xwenîşanderan agir dadan û şûşeyên dikanan şikandin.

Li gorî raporên medyayên xwecî, herî kêm 11 kes ji nerazîyan ji hêla polîsan va hatine destserkirin.

Polîsan ji bo belavkirina nerazîyan gaza rondikîner bi kar anîn û nerazîyan jî rê li ber maşînên polîsan girtin.

Li şarê Lîyonê jî nerazîyan agir berdan rawestgeheke polîsan.

Li Strasbûrgê jî kombûna nerazîyan dest pê bû.

 

Serepeyv