Pevçûna giran li derdora Fermandetiya Giştî ya Sûdanê û Qesra Komarê li Xartomê
Çavkaniyên nûçeyan qala gurrbûna pevçûna navbera Artêşa Sûdanê bi fermandetiya Ebdulfettah El Burhan û hêzên nasyar bi Lezbertek bi Fermandetiya Hemîdetî li derdora biryargeha Fermandetiya Giştî û Qesra Komarê li bajarê Xartomê dikin.
Pevçûnên li Sûdanê ji sibeha roja Şemiyê, 15ê Nîsanê va di navbera hêzên artêşê û hêzên nasyar bi Lezbertek li ser desthilatê dest pê bûne û navcîtiyên navneteweyî ji bo bidawîanîna wan û gotûbêja aliyên pevçûnê heta niha bê encam bşûne.
Çavkaniyekî li Artêşa Sûdanê ragihand ku nûçeyên têkildarî ketina Hêzên Lezbertek bo nav mala Ebdulfettah El Burhan Fermandeyê Artêşê ne rast in.
Hêza Asimanî ya Sûdanê jî baregehên Koma Hêza Piştevaniya Bilez li Xartomê bombebaran kirine û vê hêzê jî bergiriya xwe ya asimanî li hemberî van êrîşan çalak kiriye.
Li gorî rapora Artêşa Sûdanê, Mîlîtanên koma nasyar bi Lezbertek dest bi gefxwarin û talankirina mal û heyîtiyên welatiyên bêguneh ên sûdanî kirine.
Yekitîya Pizşkan a Sûdanê vê sibê qala zêdebûna hejmara goriyên pevçûnên bi çekan li vî welatî heta 97 kuştî û 942 birîndaran kir.
Bereya şerê navbera komên çekdar û hevrik li Sûdanê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî berfireh bûye û tevî gişt hewldanan, heta agirbesa 3 saetî jî nekariye asta pevçûnan kêm bike.
Ev çend dehsal in ku Sûdan tûşî qeyrana siyasî û aborî bûye û wêdadayîna Omer El Beşîr dîktatorê berê yê vî welatî, hêvîyên ji bo pêkhatina aştî û aramiyê li vî welatî zindî kirin. Lê gengeşe û pevçûnên siyasî li ser damezirandina Konseya Leşkerî û binpêkirina soza lidarxistina hilbijartinan, rewş li Sûdanê careke din qeyranî kiriye.