Nîsan 16, 2023 15:16 Asia/Tehran
  • Pevçûnên leşkerî li Sûdanê didomin

Qeyrana siyasî li Sûdanê veguheriye şerekî navxweyî yên gurr.

Ji roja Yekşemiyê va pevçûnên navbera hêzên artêşê û hêzên lezbertek ên Sûdanê li Xartomê dest pê bûne.

Ji ber van pevçûnan heta niha zêdetirî 650 kesî hatine kuştin an birîndar bûne.

Ev pevçûn navbera hêzên Artêşa Sûdanê bi fermandetiya Jeneral Ebdulfettah Burhan wek serokê tiştê ku Konseya Hakimiyetê ya Sûdanê tê binavkirin û "Muhemmed Hemdan Dexlû" nasyar bi "Hemîdetî" alîkarê Burhan û Fermandeyê Hêzên Lezbertek li Xartoma paytexta Sûdanê dest pê bûn.

Bi destpêbûna pevçûnan li Sûdanê, karûbarên li paytexta vî welatî ketine rewşa betaliyê û canê gelek welatiyên sivîl li ber xeterê ye.

Di van pevçûnan da Artêşa Sûdanê balefirên şêrr û xwefirran ji bo êrîşa ser baregehên Hêzên Lezbertek bi kar tîne û deng guleavêtinê li Xartomê tê bihîstin.

 

Serepeyv