Nîsan 15, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Li Japonê dema Serokwezîr qise dikir, teqînek qewimî

Dema ku Serokwezîrê Japonê diaxivî çend teqîn qewimîn, rewş aloz bû û hêzên emnî zûka Serokwezîr veguhestin cihekî ewleh.

Dema ku Serokwezîrê Japonê ‘Fomîyo Kîşîda’ ji bo axavtina di mîtînga xwe ya hilbijartinê da çûbû herêmeke parêzgeha Vakayama li Rojavayê vî welatî, kesek derbasî cihê axavtina wî bû û maddeyeke teqandinê ber bi wî va avêt ku teqîna wê bû sedema tirseke giran di nava cimaetê.

Destpêkê çend kesên asayî di nav cihê mîtîngê da li kesê êrişker hesîyan û hewil dan pêşî lê bigirin, lê wî dîsan karî maddeyeke teqandinê ber bi Serokwezîr va bavêje ku di vî halî da hêzên emnî zûka xwe gîhandin kesê êrişker û ew destser kirin û zûka ji cihê axavtinê derxistin.

Şayanî gotinê ye ku Serokwezîrê berê yê Japonê ‘Şînzo Abê’ jî di 8ê Tîrmeha sala 2022an dema axavtinekê da li şarê Narayê hat terorkirin.

 

Serepeyv