Nîsan 14, 2023 18:30 Asia/Tehran
  • Hêzên ûkraynî ji Baxmûtê paşda vekişiyan

Hêzên ûkraynî neçar man ku piştî êrişa Rûsyayê ya bi topan, ji hin navçeyên bajarê Baxmûtê paşda vekişin.

Istixbarata Artêşa Brîtanyayê, îro, dema birojkirina agahiyan ragihand, hêzên ûkraynî neçar man ku piştî êrişa topxaneyî ya giran a Rûsyayê di du rojên buhurî da, ji hin navçeyên bajarê Baxmûtê paşda vekişin.

Vê saziya brîtaniyayî pêgirî kir, Rûsyayê êrişa ser bajarê Baxmûtê li navçeya Donêtskê bi başkirina hevkariya hêzên Wezareta Berevaniya Rûsyayê û Koma Wagnêrê, xurt kiriye.

Li gorî vê raporê, hêzên ûkraynî di warê teyarkirina xwe ya dubare da rastî pirsgirêkên berbiçav bûne û bi awayekî rêkûpêk ji çeperên xwe vekişîyane.

Şerrê Baxmûtê çend meh in ku didome û kontrolkirina wî şarî dê bibe serketina herî mezin a Rûsyayê di 8 mehan da.

Mosko dibêje ev serketina rê li ber kontrolkirin u serdestbûna li navçeyên zêdetir li herêma Donbasê li rojhilatê Ûkraynê vedike.

 

 

Serepeyv