Nîsan 14, 2023 16:28 Asia/Tehran
  • Peskov: Serkevtina Rûsyayê di operasyona li Ukraynê da meseleya ‘’man û nemanê’’ ye

Berdevkê Serokkomartîya Rûsyayê got: Serkevtina Rûsyayê di operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynê da meseleya ‘‘man û nemanê’’ ye û domandina destwerdana NATO’yê di şerê Ukraynê da vî şerî demdirêjtir dike.

Berdevkê Serokkomartîya Rûsyayê ‘Dmitry Peskov’ ragihand ku ji ber destwerdana NATO’yê şerê Ukraynê girantir bûye, lê ev yeka dê bandorê li encama erênî ya operasyona leşkerî ya taybet a Rûsyayê li Ukraynê neke.

Peskov herwiha got: Operasyona leşkerî ya taybet a Rûsyayê li Ukraynê ku di 24ê Sibata sala 2022an da dest pê bû, ji bo parastina ûrisên niştecihê deverên Donêtsk û Lohanskê û jinavbirina gefên dijî ewlehîya Rûsyayê bû.

Di vî halî da, Konseya YE’yê pakêteke milyardek euroyî ji bo cebirandina xercên dayîna rextan ji hêla welatên endamê vê yekitîyê va bo Ukraynê pesend kir.

Rûsyayê bi caran ragihandîye ku şandina çek û rextan ji hêla welatên rojavayî va bo Ukraynê tenê dibe sedema demdirêjtirbûna minaqişeya li vî welatî û dûhatên nepayî.

 

Serepeyv