Nîsan 13, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Grev û nerazîbûnên li Fransayê didomin

Nerazîbûna gelê Fransayê himberî guhertina qanûna malnişînkirinê, rojekê berî hilkolandina vê pêşnumayayê ji hêla Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê va, bi greva beşên xizmetguzarîyê û xwenîşandana li kolanan hat domandin.

Dewra danzdan a nerazîbûnên himberî pêşnumaya jordabirina temenê malnişînkirinê ku ji hêla Serokkomarê Fransayê Emanuel Mekron va hatîye raberkirin, bi greva xebatkarên beşa berhevkirina kirs û zibilan li Parîsê û alozbûna hatin û çûyînê li beşeke çemê Raynê ya bi hegera qutkirina ceryanê bi destê nerazîyan, dest pê bûye.

Di halekî da ku biryar e Konseya Qanûna Bingehîn a Fransayê sibê derbara qanûnîbûna pêşnumaya jordabirina temenê malnişînkirinê ji 62yê bo 64ê biryarê bide, yekitîyên karkeran ên Fransayê nerazî ji bo nîşandana hêz û şîyanê vexwendin.

Heke Konseya Qanûna Bingehîn a Fransayê vê pêşnumayaya Mekron erê bike, hikûmeta vî welatê yê ewê ragihîne.

 

Serepeyv