Amerîkayê vîze neda Lavrov; Rûsyayê bertek nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340657-amerîkayê_vîze_neda_lavrov_rûsyayê_bertek_nîşan_da
Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê raghiand: Amerîkayê vîze neda desteya Rûsyayê ya bi serokatîya Wezîrê Karên Derve yê wî welatî ku ev kara binpêkirina sozên Amerîkayê wek mazûvanê NY’yê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Amerîkayê vîze neda Lavrov; Rûsyayê bertek nîşan da

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê raghiand: Amerîkayê vîze neda desteya Rûsyayê ya bi serokatîya Wezîrê Karên Derve yê wî welatî ku ev kara binpêkirina sozên Amerîkayê wek mazûvanê NY’yê ye.

Berdevkê Serokomartîya Rûsyayê ‘Dmîtrî Peskov’ şeva buhurî ragihand: Moskowa karê Waşîngtonê yê ku vîze neda desteya Rûsyayê ya bi serokatîya Wezîrê Karên Derve yê vî welatî ‘Sergey Lavrov’ ku beşdarî civîna Konseya Emnî ya NY’yê bibe, karekî nerênî dizane.

‘Dmîtrî Peskov’ herwiha got: Amerîka wek mazûvanê NY’yê divê sozên himber welatên din bi cih bîne.

Rûsyayê di vê mehê da serokatîya dewrê ya Konseya Emnî ya NY’yê girt destê xwe û ser vî esasî biryar bû ku Lavrov di civîna Konseya Emnî ya di 24 û 25ê Nîsanê da pişkdar bibe.