Greva pizişkan li Ingilîsê dest pê bû
Li Ingilîsê bi hezaran pizişkî ji duh va bi nîşana kêmbûna destmizan di germegerma qeyrana debara jîyanê da, dest bi greveke çar-rojî kirin.
Pizişkên Ingilîsê meha buhurî jî greveke sêrojî pêk anîn ku di encamê da 175 hezar randevo û dema lênêrîna nexweşan hatin paşdaxistin.
Rêvebirê Beşa Xizmetên Neteweyî ya Tenduristîya Ingilîsê Istîfên Pavîs got: Greva vê carê girantirîn û zîyanbartirîn seferberîya giştî di dîroka xizmetên neteweyî yên tenduristîyê li Ingilîsê da ye û grev dê bibin sedema zextên zêde; beşa lêşarbûna lezgîn û taybet rola wê ya jîyanê heye lê mixabin dema vîzîtê ji bo ku tixtor nexweşan bibînin, dê paşda bikeve.
Yekitîya Pizişkên Ingilîsê jî radigihîne ku ji sala 2008an va ku pakêteke kêmkirina xerc û sûbsîdên hikûmetê li vî welatî hat sepandin, destmiza entêrnan sedî 26 hat kêmkirin.
Yekitîya Pizişkên Ingilîsê dixwaze ku destmiz sedî 35 bên zêdekirin, lê Wezîrê Tenduristîyê yê Ingilîsê Istîv Barklî vê astê ‘’nerastî û ne ya pêkanînê’’ bi nav dike.