Nîsan 12, 2023 16:31 Asia/Tehran
  • Fermandeyekî payebilind ê bereya dijberê Talibanê li Perwana Efxanistanê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Talibanê li Efxanistanê qala kuştina fermandeyekî payebilind ê dijberên vê komê li welayeta Perwanê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Talibanê li Efxanistanê êvara Sêşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: ‘Ekmel Emîrî’ ji fermandeyên koma nasyar bi “Bereya Azadîyê” hevrê digel heşt hevrêyên xwe di pevçûna digel hêzên Talibanê da hatiye kuştin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Talibanê li Efxanistanê da hatiye ku ev fermandeyê payebilind ê Bereya Azadîyê û hêzên pê ra di êrîşa hêzên Talibanê ser cihê xweveşartina wan li Şaristana Salengê ya welayeta Perwanê hatine kuştin.

Ekmel Emîrî ji fermandeyên Hêzên Taybet ên hikûmeta berê li Efxanistanê bû ku piştî hilweşiyana pergala Komartiyê çû welayeta Pencşêrê. Ew destpêkê tev li Bereya Pencşêrê û piştra tev li Bereya Azadîyê bû.

 

Serepeyv