Nîsan 11, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Piştgîriya Çînê ji hewldanên ji bo çareserkirina siyasî ya şerê Ûkraynê

Wezareta Karên Derve ya Çînê, careka din pêgirî ser helwêstên Pêkenê ji bo çareserkirina şerê Ûkraynê bi rêya siyasî û amadebûna wî welatî bo hevkariya bi welatên din re bona peydakirina rêbazên avaker ji bo ji nûvedestpêkirina muzakireyên aştiyê di vî warî da kir.

Zêde ji salek ji şerrê Rûsiye bi Ûkraynê re derbas dibe û di vê midehê da welatên rojavayî bi piştevaniya giştalî ya leşkerî û siyasî hewl dane ta ku agirê şerrê di navbera vandu welatên cînar da gurr bikin.

Wezîrê Karên Derve ya Çînê Wang Wênbîn îro li bara sefera zûtir ji demê ya Lola Dasîlva, Serokomarê Birêzîlê ya Pêkenê û ihtimala rolhebûna Birazîlyayê di navbeynkariya derheq şerrê di navbera Rûsiye û Ûkraynê da, got: Çîn amade ye ku bi Birazîlê û welatên din ên civaka cîhanî re bona derketina ji vê qeyranê hevkarî bike ta ku roleka avaker hebe.

Wênbîn herwiha got: Midehekî berî nika helwêstên Çînê derheq çareserkirina siyasî ya şerrê Ûkraynê hatin weşandin ku 12 xal ji wan rêzgirtina li mafê rewa û desthilatdariya hemî welatan, devberdana ji zêhniyeta şerrê sar, sekinandina dijminatiyan û ji nûve-destpêkirina muzakireyên aştiyê digirtin ber xwe.

 

Serepeyv