Tramp beşdarî civîna dadgehê bû
Donald Trump, serokoamarê berê yê Amerîkayê û kesayetiyê pêşeng di nav berendamên Komarxwaz di hilbijartinên serokomartîya vî welatî di sala 2024`ê da ku rastî gellek tawanbarkirinan hatiye, îro sêşemiyê bona beşdariya di civîna dadgeheka dîrokî da derbasî New Yorkê bû.
Taxima Insafê ya dadgehekê li Menheten a Amerîkayê,
Trump bi dayîna 130 hezar dolar bertîlê bo bêdengkirina
Stormî Daniyêls (Stormy Daniels), lîstikvana fîlmên derveyî
exlaxê di hilbijartina sala 2016`an de tawanbar kiriye.
Trump yekemîn serokomarê berê yê Amerîkayê ye ku ji
ber tawanan beşdarî dadgehê dibe.
Di eynî demê da, îro sêşemiyê zêde ji 35 hezar polîs bona
dabînkirina ewlehiya dadgeha Trump, ketine dewrê.
Ajansa nûçeyan a Reutersê jî hin wêneyên polîsê New
Yorkê li ber birca Trump weşandin.
Tawanbarîya Donald Trump, serokomarê berê yê
Amerîkayê ku berêvariya pêncşemî 30`yê Adarê hate
ragihandin, hîna jî veşartî ye û eva tê wê wateyê ku
tawanên dijî Trump aşkera nebûne.