Kirimlîn: Tevlîbûna Fînlandê di NATO`yê da ewlehiya Rûsiyê binpê dike
Sersekreterê NATO`yê di axiftinekê de got ku Fînland ji îro sêşemiyê ve beşdariya xwe di hemî pêisparteyên NATO`yê da destpê dike.
Yêns Stoltênbêrg, Sersekreterê NATO`yê, di axiftineka
berî civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO`yê de li
Brûksêlê got: NATO pêşwaziya tevlîbûna fermî ya Fînlandê
di nav vê hevalbendiyê da dike.
Fînland ji îro ve wê beşdarî hemî pêisparteyên NATO`yê
bibe û NATO jî wê anegorî xala 5`an a Peymana Atlantîka
Bakûr, ewlehiya wî welatî garantî bike.
Di eynî demê da berdevkê Kirimlînê got ku tevlîbûna
Fînlandê nav NATO`yê, nîşaneyeka din a xirabûna rewşê
ye û Moskowa berfirehbûna vê hevalbendiyê, wek
binpêkirina ewlehiya xwe dizane.
Dîmîtrî Pêskof, berdevkê Kirimlînê wek berteka li hember
tevlîbûna fermî ya Fînlandê di nav NATO`yê da got:
Berfirehbûna NATO`yê ewlehiya me û berjewendiyên
Rûsiyê binpê dike.
Berdevkê Kirimlînê herwiha got: Berfirehbûna NATO`yê
Rûsiyê neçar dike ji bo garantîkirina ewlehiya xwe tivdîran
bike.
Pêskof got: Bê guman ev yeka me neçar dike ta ku ji bo
garantîkirina ewlehiya xwe ji hêla taktîkî û stratêjîk ve hin
karan bikin.