Pirranîya amerîkîyan piştgirîyê didin ragihandina sûckarbûna Trump
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340554-pirranîya_amerîkîyan_piştgirîyê_didin_ragihandina_sûckarbûna_trump
Encamên rapirsîyekê nîşan didin ku zîde ji nîvê amerîkîyan piştgirîyê didin ragihandina sûckarbûna Serokomarê berê yê vî welatî Donald Trump.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 04, 2023 06:00 Asia/Tehran
  • Pirranîya amerîkîyan piştgirîyê didin ragihandina sûckarbûna Trump

Encamên rapirsîyekê nîşan didin ku zîde ji nîvê amerîkîyan piştgirîyê didin ragihandina sûckarbûna Serokomarê berê yê vî welatî Donald Trump.

Desteya Bilind a Insafê ya Dadgeha Menhetenê roja înî 31ê Adarê, Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi dayîna 130 hezar dolarî bo aktereke fîlmên derveyî exlaqê ji bo bêdengkirina wê tawanbar kir.

Li gorî encamên rapirsîya nû ya CNN`ê, piştî belavbûna hin nûçeyan têkildarî tawanbarkirina Trump ji hêla Desteya Bilind a Insafê ya New Yorkê va, sedî 60ê amerîkîyan ragihandina sûckarbûna wî piştrast kirin.

Donald Trump Serokomarê berê yê Amerîkayê di dewra serokatîya xwe da bi sîyasetên gewngeşesaz û kiryarên derveyî erfa sîyasetê, bû sedema gellek pirsgirêkan di karên navnetewî û heta nav Amerîkayê xwe da.