Trump yê were mehkemekirin
Donald Trump, Serokkomarê berê yê Emerîkayê got ku bo dayîna bersiva pirsên derbarê tawanbarkina wî da, yê li dadgeheke taxa Menhetenê hazir bibe.
Trump îro li torên civakî nivîsî: Çi hûn bawer bikin çi jî bawer nekin, ez ê sibeha roja sêşemiyê herim dadgehê. Biryar nebû Emerîka bikeve rewşeke wiha .
Siba îniyê şanda pilebilind a Dadgeha Menhetenê li Newyorkê, Trump wek yekim serokkomarê berê yê Emerîkayê bi sûçên mîna dayîna 130 hezar dolarî bo aktoreke fîlmên derveyî exlaqê ji bo bêdengkirina wê tawanbar kir.
Di eynî demê de, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê berê yê Koşka Sipî, Donald Trump wek kanserê Partiya Komarîxwza bi nav kir.
Can Bolton, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî hişyarî da ku ger Trump bêsûç were zanîn an,dosiya wî ji ber nebûna belgeyên hiqûqî yên têr û tesel were girdanê, ew yê îdia bike ku heq e û ev meseleya yê nasandina wî wek berbijarê Komarîxwazan di hilbijartinên serokkomariya 2024`an ganartî bike.