Nîsan 03, 2023 16:27 Asia/Tehran
  • Kuştina jinan li Kanadayê zêde bûye

Hejmara kuştina jin û keçan li seranserê Kanadayê bi lez di halê zêdebûnê de ye.

Saziya Şopandin û Hilkolandina haletên kuştina jin û keçan li Kanadayê di raporekê de bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan li vî welatî û ragihand ku di pênc salên buhurî de, 850 jin û keç hatine kuştin yanî bi awayê navîn li Kanadayê di her 48 sietan de jin an keçek mirîye.  

Jinên 24 heta 34 salî li Kanadayê duwem koma mezin a  goriyên kuştinê li vî welatî pêk tînin. Ji nav goriyên kuştinê li Kanadayê sercem 868 zarok bê dayîk mane.