Alaya Rûsiyê li bajarê Baxmût ê Ukraynê hat bilindkirin
Di halekî de ku Serokê Şîrketa Eskerî ya Wagner a Rûsiyê Yêvêgênî Prîgojîn (Yevgeny Prigozhin) ragihandiye ku bajarê Baxmûtê li rojhilata Ukraynê xistine bin kontrola xwe ,Serokkomarê Ukraynê ketina wî şarî derew daye zanîn.
Serokkomarê Ukraynê Vilodîmîr Zêlênskî got ku rewşa eskerî ya derdora Baxmûtê aloz û qeyranî ye. Wî di hefrtiyê derbasbûyî de bi caran derbarê dûhatên xirab ên ketina Baxmûtê da hişyarî dabû.
Zêlênskî gotiye ku siberoja Ukraynê maye ser encama şêr li navendên sereke yên şêr li rojhilata Ukraynê ji wan Baxmûtê.
Ev çend meh in Moskowa hewil dide kontrola Baxmûtê bixe destê xwe û her du alîyan di şerekî demdirêj de, ziyaneke giran dîtne. Li gor amaran hema di heftiya buhurî de, di şerê li navçeya Baxmûtê de, 4500 kes ji hêzên ewlehiyê yên Kiyêvê hatine kuştin û birîndarkirinê. Ev bajara ketiye rojhilata Donêtskê û niha hatiye valakirin. Di 9 mehan şerê eskerên ukraynî bi eskerên ûris re li Baxmûtê, piyaniya beşên vî bajarî ji nav çûne û derdora 70 hezar kes ji xelkê vî bajarî, revîne.
Zêlênskî pêştir ragihandibû ku ger bajarê Baxmûtê bikeve destê Rûsiyê, Ukrayn neçar dibe ku serpişkî û tawîzên puenên wisa bide ku nayên qebûlkirin û civaka Ukryanê yê biwestiyê.
UKraynê ji çend mehan berî niha va jibo berxwedan û paşdedana hêzên ûris daxwaza wergirtina çekên giran, ji wan tankên pêşketî yên êrişkirinê û balefirên cengê kiribû. Li gor raporan artêşa Ukraynê rojê di navbera 100 heta 200 eskerên xwe di şerê bi Rûsiyê re ji dest dide.
Ji aliyê din ve, Nivîsgeha Serokkomariya Polonyayê, hevgavê zêdebûna piştgiriyên welatên rojavayî ji Ukraynê ragihand ku Werşoyê yekim barê balefirên cengê yên Mig- 29ê radestî Kiyêvê kirine.
Bi destpêbûna şerê Rûsiyê û Ukraynê di Sibata 2022`an de, welatên rojavayî bi zêdekirina zextên xwe ser Moskowayê û dayîna çek û sîlehan bo Ukyanê bûne sebebe nearamyên li vî welatî gurrtir bibin.