Petteri Orpo wek serokwezîrê nû yê Fînlandê hat bijartin
Li gorî encamên hilbijartinên parlamentoyê yên Fînlandê, Partiya Hevpeymaniya Nîştimanî ya muhafazakar bi rêjeya ji sedî 20.8ê dengan ser ket.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên Fînlandê de Petteri Orpo bû serokwezîrê nû û Partiya Rast a Fînlandê jî ji sedî 20ê dengan bi dest xist.
Partiya Sosyal- Demokrat a bi serokatiya Sanna Marîn ku serokwezîr bû, ji sedî 19,9ê dengan bi dest xist û di hilbijartinan de ser neket.
Li gorî vê yekê, di Parlamentoya Fînlandê ya ku ji 200 kursiyan pêk tê, da Partiya Hevpeymaniya Nîştimanî 48, Partiya Rast a Fînlandê 46, Partiya Sosyal- Demokrat jî dê 43 kursiyan bi dest bixin.
Partiya Navendî jî dê bi 23 parlamenteran, Yekîtiya Keskan 13 û Tifaqa Çep jî bi 11 parlamenteran bên temsîlkirin.
Bi vî awayî dê hikûmeteke koalîsyonê Fînlandê birêve bibe.
Encamên fermî yên teqil yê di 5ê Nîsanê de bên eşkerekirin.