Destdanîna ser berhemeke duhezarsalî ya îraîn li balafirgeha Londonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340530-destdanîna_ser_berhemeke_duhezarsalî_ya_îraîn_li_balafirgeha_londonê
Belavokeke birîtanîyayî ragihand ku berhemeke duhezarsalî ya îranî li balafirgeha Londonê hat keşifkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2023 13:58 Asia/Tehran
  • Destdanîna ser berhemeke duhezarsalî ya îraîn li balafirgeha Londonê

Belavokeke birîtanîyayî ragihand ku berhemeke duhezarsalî ya îranî li balafirgeha Londonê hat keşifkirin.

Belavoka The Observer a birîtanîyayî di raporekê da nivîsî ku kevirekî nitilandî û neqişandî yê duhezarsalî ku yê serdema Sasanîyan e bi qaçaxî derbasî Birîtanîyayê hatibû kirin ku li balafirgeha Stansted a Londonê hat keşifkirinê û polîsan dest danîn ser.

Vê belavoka birîtanîyayî herwiha nivîsî: Ev berhema dîrokî piştî nîşandayîna li Entîqexana Birîtanîyayê yê bo Îranê bê şandin.

Di vî halî da Kardarê Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Londonê Seyîd Mehdî Hisêynî- Metîn di daxûyanîyekê da ragihand: Têhran hêvîdar e ku berfirekirina zêdetir a hevkarîyê di navbera Entîqexana Birîtanîyayê û Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Londonê di têkoşîna dijî bi qaçaxî- derbaskirina berhemên çandî û parastina mîrasa çandî ya mirovan da kêrhatî be.

Kardarê Îranê li Londonê herwiha got: Ew berhema dîrokî yê piştî 3 mehan radestî Balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Londonê bê kirin û di dema herî zû da bo welêt bê vegerandin.