Di navbera Azernaycan û Ermenistanê da dîsan şer derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340511-di_navbera_azernaycan_û_ermenistanê_da_dîsan_şer_derket
Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê ragihand ku di navbera Komara Azerbaycanê û Eremenistanê da li ser sînor pevçûn derket ku di encamê da kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2023 13:34 Asia/Tehran
  • Di navbera Azernaycan û Ermenistanê da dîsan şer derket

Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê ragihand ku di navbera Komara Azerbaycanê û Eremenistanê da li ser sînor pevçûn derket ku di encamê da kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê di daxûyanîyekê da ragihand ku di encsama pevçûna di navbera leşkerên vî welatî û Komara Azerbaycanmê da li ser sînorê her du welatan, leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Berevanîya Azerbaycanê 2 rojan berî nika idia kiribû ku  gellek deverên li ser sînorê di navbera vî welatî û Eremenistanê da ji wan rêyên têkilîyê yên sereke û nereserek xistine bin kontrola xwe.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînîyan hefteya buhurî hişyarî da ku binpêkirina rêkevtinameyên navnetewî ji hêla Komara Azerbaycanê va ku bê ceza dimîne, Bakûyê han dide ku dest bi handanên nû bike.

Gêreya di peywendîyên Bakû-Êrîwanê da bi daxistina derbasgeha Laçîn`ê li herêma Qerebaga Çîyayî ji hêla hêzên Komara Azerbaycanê va di 12ê Kanûna sala buhurî da, giran bû.