Nerazîbûna berfire ya fransîyan himberî şîdeta polîsan
Hejmarek zêde ya fransîyan bi nîşana nerazîbûna himberî şîdeta giran a polîsên vî welatî himberî nerazîyan, dest bi xwenîşandanê kirin.
Hejmarek zêde ya fransîyan bi nîşana nerazîbûna himberî şîdeta giran a polîsên vî welatî himberî nerazîyan, li ber avahîyeke hikûmetê li Parîsê dest bi xwenîşandanê kirin. Wan hin pankard li cihê kombûnê daliqandin ku ser wan wiha hatibû nivîsîn: ``Polîs bûne hevdestê kujeran.`` Hefteya buhurî xwenîşandaneke berfire li gellek şarên Fransayê ji wan li Parîsê hat lidarxistin ku di encamê da polîsan êrişî xwenîşandera kirin û ji ber vê yekê nêzî 200 kes birîndar bûn. Xwenîşandna ku roja şemîya hefteya buhurî hat lidarxistin bi nîşana nerazîbûna hibmerî proja lêkirina bendavekê li rojavaya Fransayê bû. Berpirs dibêjin ku avakirina wê depo û bendavê ji bo dabînkirina ava pêwîst ji bo cotkaran pêwîst e, lê gelê herêmê dibêjin ku ew kara bi meremên ticarî tê kirin.
Polîsên Fransayê ji bo belavkirina nerazîyan ew dabûn ber gaza rondikîner û ava guj ku di encamê da çend nerazî birîndar bûn.
Polîsên Fransayê herwiha hatin tawanbarkirin ku nehêştin ambulans bigihêjin cihê gêre û xwenîşandanê ta ku birîndaran veguhêzin.
Xwenîşanderan duh ji bo ku nerazîbûna xwe himberî şîdeta polîsan nîşan bidin, debik û pûkeyên vala yên gaza rondikîner avêtin nav avahîya Şaredarîya Nîyorê. Wan xwestin ku hikmeta Mekron zûka vê meseleyê bişopîne û bi durişman nerazîbûna xwe himberî sîyasetên hikûmeta wî nîşan dan.
Di vî halî da Yekitîyên Karkeran li Fransayê yê greva di beşa palavgehan da bi nîşana nerazîbûna himberî guhertina qanûna malnişînkirinê giran bikin.