Adar 25, 2023 15:40 Asia/Tehran
  • Rahul Gandhi: “Ez ji bo Hindê tê dikoşim”

‘Rahul Gandhi’ Serokê berê yê Partiya Neteweyî ya Kongreyê ya Hindê wek berteka li hemberî redkirina hêjatî û selahiyeta wî ji bo nûnertiya Meclîsa vî welatî got: “Ez ji bo Hindê tê dikoşim.”

Sibeha Pêncşemiyê Dadgeheke eyaleta Gecerata Hindê ‘Rahul Gandhi’ Serokê berê yê Partiya Neteweyî ya Kongreyê ya Hindê ji nûnerên Meclîsê û rêberên dijberên hikûmeta Hindê ji ber axaftina wî li ser paşnavê ‘Narendra Modi’ Serokwezîrê vî welatî wek sûcdar zanî û hikmê du sal zîndanê lê birrî. Bi vî awayî hêjatiya ‘Rahul gandhi’ wek nûnerê Meclîsê hat redkirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, ‘Rahûl Gandhi’ Serokê berê yê Partiya Neteweyî ya Kongreyê ya Hindê roja Înîyê wek berteka li hemberî vê biryarê got ku amadeyî dayîna her berdîlekê ye.

‘Rahul Gandhi’ sala 2019an bi axaftineke bi tan û tenişt gotibû, Çima paşnavê gişt dizan li Hindê ‘Mûdî’ ye.

‘Mûdî’ paşnavekî nasyar û berbelav li Hindê ye û amajeya Gandhi bi ‘Nîraw Mûdî’ û ‘Lalît Mûdî’ bû ku her du tawanbarî dizî û dengeliyê hatine kirin.

Partiya dijber a herî mezin li Hindê yanî Partiya Neteweyî ya Kongreyê ya Hindê jî derdem piştî bi biryara dadgehê, nerazîtiya berfireh ragihand. Partiya Neteweyî ya Kongreyê ya Hindê ragihand ku ne tenê ji hêla qanûnî va, belkî ji hêla siyasî va jî dê li hemberî vê dosyeyê tê bikoşe.

 

 

Serepeyv