Adar 24, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Gelê Pakistanê bi deb û rismên taybet Newrozê pîroz dikin

Gelê Pakistanê destpêka biharê û jiyana dubare ya xwezayê ş Newrozê hevdem digel welatên din ên navçeyê bi coşeke taybet pîroz dikin.

Newroz cejneke kevnar a bi koka îranî ye ku bi destpêbûna Sala Nû ya Hetawî di gelek welatan da tê lidarxistin. Îro (înî) roja sêyem a sala nû ya hetawî (1402) ye.

Li gorî rapora IRIB News’ê ji Îslam Avayê, Newroz li deverên cûr bi cûr ên Pakistanê bi şêwazên cûr bi cûr tê pîrozkirin.

Lixwekirina cil û bergên nû û serdanan mezinan di deb û rismên pakistaniyan di dem û gavên Newrozê da ye.

Li herêma Gelgît-Beltistanê ya Pakistanê hêkên mirîşkan reng dikin û xelatî zarokan dikin. Yên mezin jî pêşbirka şikandina hêkan li dar dixin.

Li Hûnzaya bakurê Pakistanê zarokên ku yekem bihara jiyana xwe derbas dikin li ser şekirokan datînin da ku di pêşerojê da jiyaneke bi şahî hebin.

Welatiyên herêma Şandewrê ya Pakistanê her sal bi lidarxistina pêşbirka Çoganê pêşwazî li biharê dikin.

Hêjayî gotinê ye, Civata Gelemperî ya NY’yê di roja 23ê Sibata 2010an da bi biryarnameyekê ku bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hejmareke din a welatên di kewşena Newrozê da hat pêşniyazkirin, roja 21ê Adarê ya her sal wek “Roja Newrozê ya Navneteweyî” tomar kir û ji welatan xwest ku bi lidarxistina dem û rismên cûr bi cûr vê cejnê pîroz bikin.

 

 

Serepeyv