Adar 23, 2023 15:48 Asia/Tehran
  •  Ji ber bahoza li Kalîforniyayê 5 amerîkîyên din jî canê xwe ji dest dan

Bahoza herî dawî ya ji ber sirr û seqema zivistanê li Kalîforniyayê gelek zirar û ziyan pêk anîn û rayedarên xwecî ragihandin ku herî kêm 5 amerîkî mirine.

Qutbûna têlên ceryanê ji ber bahoza ku hevrê digel ba û berfê li parêzgeha Kalîforniyayê dest pê bûbû, ziyan li zêde ji 92 hezar mal û cihên kar û pêşeyê xist û 14 hezar kes jî ji ber lehî û laserê neçar man ku cihê jiyana xwe biterkînin.

Li gorî gotina Berdevkê Ofîsa Xizmetên Awarte ya Kalîforniyayê, ji 48 hezar kesên din li seranserî vê eyaletê ra hişyarî hatiye dayîn ku dema dîtina rabûna lehîya ji ber barînên giran li derdora cihê jiyana xwe, amadeyî revînê ber bi cihên bilindtir bin.

Li gorî gotina rayedar û berpirsên xwecî, pênc kes ji ber ketina daran di encama bayê tund li navçeya Kendava Kalîforniyayê canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara candayîyan ji destpêka hatina bahozê li seranserî Kalîforniyayê gihîşte 20 kesî.

Ji aliyê din va, lawazî û sistiya hikûmeta Amerîkayê di gihandina alîkariyan bo ziyandîtiyên ji ber bahozê bûye sebeba nerezamendiya gel nemaze li Kalîforniyayê.

Serepeyv