Adar 22, 2023 18:34 Asia/Tehran
  •  Polîsê Fransayê hema wîsa neraziyan bi tund û tûjî desteser dike

Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê ragihand ku hejmara kesên ku di encama nerazîtiyên guhertina qanûna malnişînbûnê de hatine desteserkirin, gihîştiye 855 kesan.

Hikûmeta ‘Emmanuel Macron’, Serokkomarê Fransayê tevî nerazîbûnên ku di mehên derbasbûyî de qewimîne, heftiya buhurî bêyî ku bala xwe bide  dengê parlemanê, guhertina qanûna malnişînbûnê  pejrand û temenê malnişînbûnê ji 62 sal bir 64 salan.

  Heta niha heşt dewreyên nerazîbûnên seranserî dijî van çaksaziyan hatine lidarxistin û biryar e sibê Pêncşemiyê jî dewra nehan a van nerazîbûnan were lidarxistin.

 ‘Gérald Darmanin’, Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê Sêşemiyê şevê li gor dema herêmê got: 855 kes ji roja Pêncşemiyê va heta niha hatine  desteserkirin ku 729 kes ji niştecihên Parîsê bûne. Nêzîkî 843 kes ji girtiyan hatin şandin bo girtîgehê.

 Polîsê Fransayê bi neraziyên ku li palîngeha niftê ya bajarê Fos Sormêr li başûrê Fransayê ketibûn grevê û xwenîşandan bi rê xistibûn, ketin pevçûnê û ber bi wan va gaza hêsirrêj avêt.

Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê got ku  12 hezar hêzên polîs hevgavê dewra nû  ya nerazîbûnan  yê li seranserî welêt bi cih bibin.

 

Serepeyv