Adar 21, 2023 17:39 Asia/Tehran
  •  Serokkomarê Çînê: “Berfirehkirina peywendiyan bi Moskowayê re, bijarteya Çînê ya stratejîk e”

Serokkomarê Çînê teqez kir welatê wî bi micidî li dû hevkariya stratejîk bi Rûsyayê re û çareserkirina qeyrana Ukraynê ye.

Serokkomarê Çînê di dewama serdana xwe ya sê rojî de, duh piştî nîvro gihêşt Moskowayê bi Serokkomarê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî.

 Wezareta Karên Derve ya Çînê roja Sêşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku di hevdîtina serokkomarên Çîn û Rûsyayê li Moskowayê de, ‘Şî Cînpîng’, Serokkomarê Çînê destnîşan kir ku berfirehkirina peywendiyan bi Moskowayê re, bijarteya Çînê ya stratejîk e . Wezareta Karên Derveya Çînê bi ragihandina vê yekê ku helêwsta Pikenê derbarê qeyrana Ukryanê diyar û neguhêr e û got ji ber ku serokkomarên Çîn û Rûsyayê derbarê mesela Ukryanê nêrînên nêzîk bi hev hebûn, Piken yê li dû çareserkirina vê qeyranê be.

 Serokkomarê Çînê hevtayê xwe yê ûris piştrast kir ku Piken yê rola xwe ya kêrhatî di warê baştirkirin û pêşketina rêketina siyasî ya qeyrana Ukraynê cih bîne.

 

Serepeyv