Adar 21, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Bikaranîna mobaylên ‘iPhone’ê ji aliyê rayedarên Rûsyayê va hat qedexekirin

Serokkomartiya Rûsyayê ji rayedarên vî welatî xwest ku ji bo pêşîgirtin li têketin û bandordanîna servîsên sîxoriyê yên welatên rojavayî, bikaranîna mobaylên iPhone’ê yên amerîkî rawestînin.

Serokkomartiya Rûsyayê ragihandiye, ev nîgeranî heye ku ev amûr dibe ku ji aliyê servîsên istixbaratî yên welatên rojavayî va li ber ziyanê ne û dikarin têkevin wan.

Li gorî rapora malpera El-Şerq El- Ewsetê, Sergey Krînko Alîkarê yekem ê Serokkomarê Rûsyayê di komcivînekê da ku Kremlînê ji bo berpirsên têkildarî siyaseta navxweyî li dar xistibû, ji rayedaran xwest ku heta meha Nîsana bê mobaylên xwe biguherînin.

Wî got: “Her tişt ji bo iPhone’ê bi dawî hatiye, an divê wê bavêjin dûr an jî bidine zarokan. Gişt divê vî karî di Adarê da bi cih bînin. Kremlîn dibe ku amûrine din digel bijardeyên ciyawaz wek dewsgira mobaylên iPhone’ê dabîn bike.”

Pêştir mobaylên gelek ji serokên welatan û kesayetiyên nasyar ji wan “Jeff Bezos” Xwediyê Kompaniya Amazonê, “Emmanuel Macron” Serokkomarê Fransayê bi rêya bikaranîna nermalava bednav a îsraîlî ya bi navê “Pegasus”ê hatibûn hekkirin.

 

Serepeyv