Adar 21, 2023 14:57 Asia/Tehran
  • Pûtîn di hevdîtina bi ‘Şî Cînpîng’ re: Plana Çînê bo Ukraynê tê hilkolandin

‘Vladîmîr Pûtîn’ di hevdîtina xwe ya roja Duşemiyê bi ‘Şî Cînpîng’ re li Moskowayê ragihand helwêsta Çînê derbarê mijarên navneteweyî de hevseng û guncav bûye.

 ‘Vladîmîr Pûtîn’, Serokkomarê Rûsyayê li koşka Krêmlînê û di dema pêşewaziya fermî ji ‘Şî Cînpîng’, hevtayê xwe yê çînî got ew ji plana Çînê ya rawestandina şêr û rewşa Ukryanê agehdar e û rêzê ji vê planê digire û her tim amadeyî muzakireyê ye.

 Serokkomarê Rûsyayê her wiha teqez kir, wî bi hûrî û kûrî plana 12 xalî ya aşitiyê ya Çînê bo şerê Ukraynê hilkolandiye û got ku her du welat yê derfeta gotûbêja ser vê mijarê di dereqa sefera ‘Şî Cînpîng’ hebin.

Di hemen demê de, Berdevklê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê li dijî cihanîna agirbesê li Ukraynê rabû û îdia kir ku rawestandina pevçûnan li vî welatî, tê wateya qebûlkirina dagirkirina erdên Ukraynê ji aliyê Rûsyayê ve.

 “John Kirby” Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê di hevpeyvînekê de got, her cure destpêşxeriya aşitiyê di rewşa niha ya Uklraynê de, nayê qebûlkirin û li dijî cihanîna agirbesê di navbera Rûsyayê û Ukraynê de rabû.

 

Serepeyv