Helwêsta bi dijminatî ya YE’yê dijî Îranê didome
Wezîrê Karên Derve yê Romanyayê di dewama helwêstên bi dijminatî û mudaxilekerane yên Ewropayê dijî Îranê derbarê pakêta boykotkirina nû ya vê yekitiyê dijî vî welatî agahî da.
Bugdan Loçiyan Arêsko, Wezîrê Karên Derve yê Romanyayê îro Duşemiyê berebnerê civîna Konseya Wezîrên YE’yê, şeşemîn pakêta pêşniyarkirî ya boykotê ya vê yekitiyê dijî Îranê bi hinceta meseleyên mafên mirovan kivş kir.
Derbarê vê yekê de, Alexander Schallenberg, Wezîrê Karên Derve yê Otrîşê ji nûçegîhanan re got ku navê 8 îraniyan xistine nava lîsteya boykotên YE’yê .
Eva di halekî de ye ku Komara Îslamî ya Îranê bi caran derbarê dûhatên reftarên mudaxilekirane yên welatên rojavayî hişyarî daye û destnîşan kiriye ku kiryarên bi vî rengî yê bê bersiv nemînin.
Nasir Kenanî, Berevkê Wezareta Karên Derev ya Îranê bi caran kiryarên dijî îranî yên rojava dijî Îranê li dijî manîfêsta NY’yê û rêzik û bernameyên navneteweyî nirxandiye.
Nasir Kenanî her wiha bal kişandiye ser mafê berteka Îranê derbarê boykotên kivşkirî û teqez kiriye Komara Îslamî ya Îranê yê tu şikekê di bikaranîna zirûf û şiyan û mafên xwe yên rewa û qanûnî bona girtina pêşiya reftarên şaş ên Welatên Rojavayî neke.