Adar 20, 2023 14:34 Asia/Tehran
  • Pûtîn derbarê îhtimala bikaranîna çekên Ûltrasonîk hişyarî da

Serokkomarê Rûsyayê got ku artêşa vî welatî heta niha cureyên çekên pêşketî yên mîna mûşekên ûltrasonîk bi kar neanîne.

 “Vladîmîr Pûtîn”, Serokkomarê Rûsyayê roja Yekşemiyê got: Divê em bo xurtkirina hêzên xwe yên bejahî gelek karan bikin.

Niha artêşa Rûsyayê çekên ûltrasonîk û sîstemên pêşektî yên din jî hene ku helbet ew bi kar neanîne.

 Ji wan çekên ûltrasonîkê, mûşekên Zîrkan (Zirkon) in ku 1000 kîlomitr birra wan û 9 Max lezgîniya wan e û dikarin her kumikekê hilgirin û ji her cure berbendeke mûşekî derbas bibin.

 Krêmlînê, karê nûjenkirina cebilxaneyên xwe di germegerma nakokiya bi rojavayê re ku piştî zêdekirina nîvgrava Kêrîmê ser Rûsyayê di sala 2014’an de qewimî, daniye nav destûrkara xwe.

 Midehekê berî niha, “Jens Stoltenberg”, Sekreterê Giştî yê NATO’yê derbarê her cure sersariya derheq şiyana eskerî ya Rûsyayê de hişyarî da.

 

Serepeyv