Adar 17, 2023 18:04 Asia/Tehran
  •  Medvedev: Amerîka bû ku destpêkê ji Peymana Esmanê Vekirî vekişîya

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê derbara jordaketina xwefirra amerîkî da pêgirî kir: Amerîka bû ku destpêkê ji Peymana Esmanê Vekirî vekişîya.

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê “Dmîtrî Medvedev” îro di daxûyanîyekê da têkildarî jordaketina xwefirra amerîkî li nêzîkî sînorê hewayî yê Rûsyayê da got: Bi saya nebûna qanûnên navNeteweyî têkildarî firrîna xwefirran nêzîkî sînorê welatan, qanûnên navxweyî di halê destnîşankirinê da ne, herwiha bi bîr bînim ku amerîkîyan Peymana Esmanê Vekirî ku mafê lêgerîna leşkerî dida, ji nav birin.

Li gorî gotina Medvedev, divê ew qanûn xwefirran jî bigirn ber xwe. Wî pêgirî kir ku cihê ku xwefirra amerîkî lê hatîye jordaxistin, beşeke axa Rûsyayê ye û got: “Ez bi awayekî xwerû bêjim ku amerîkîyan tam aqilê xwe ji dest dane û axavtina sergirtî digel wan karekî şaş e.”

Serepeyv