Polîsê Fransayê êriş bir ser neyarên pêşnumeya jordabirina temenê malnişînbûnê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340188-polîsê_fransayê_êriş_bir_ser_neyarên_pêşnumeya_jordabirina_temenê_malnişînbûnê
Hêzên polîs ên Fransayê bi êrişa ser neyarên jordabirina temenê malnişînbûnê, ew belav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2023 11:30 Asia/Tehran
  • Polîsê Fransayê êriş bir ser neyarên pêşnumeya jordabirina temenê malnişînbûnê

Hêzên polîs ên Fransayê bi êrişa ser neyarên jordabirina temenê malnişînbûnê, ew belav kirin.

Welatiyên fransî bi nîşana nerazîbûna hember pejirandina qanûna jordabirina temenê malnişînbûnê, li Parîsê xwenîşandanek li dar xistin.

Beşdarên vê xwenîşandanê bi kombûna li hember avahiya Parlimanê û rakirina pilakardan û qêrîna dirûşman, nerizamendiya xwe li hember vê qanûnê nîşan dan.

Anegorî wêneyên ku hatine weşandin, hêzên polîs ên Fransayê roja PÊncşemiyê bi êrişa ser xwenîşanderên neyarê pêşnumaya jordabirina temenê malnişînbûnê bo 64 saliyê, ew berbelav kirin.

Pêşnumeya jordabirina temenê malnişînbûnê ji aliyê “Emmanuel Macron”, serokkomarê Fransayê ve, bêyî dengwergirtinê li Parlimanê hat pejirandin.