Adar 16, 2023 18:16 Asia/Tehran
  • Desteserkirina “Imran Xan”  dîsan paşda ket

Dadgeheke Astbilind a Pakistanê îro fermana desteserkirina “Imran Xan” rojeke din paşda xist ta ku pêşîya gurrbûna hêrsa hogirên wî bigire.

Fuad Çoderî rawêjkarê “Imran Xan”  serokwezîrê wêdadayî yê Pakistanê di vî warî da got ku Dadgeha Bilind a Lahûrê ferman da ku desteserkirina wî heta sibê (înîyê) were paşdaxistin.

Hogirên “Imran Xan”  rojên Duşem û Sêşemê bi kêzm û tîr û kevanê dor li mala wî girtin û rê nedan hêzên emnî derbasî mala wî bibin.

Piştî ku “Imran Xan”  di civîna şopandina tawanbarbûna wî ya di warê darayîyê ya serdema serokwezîrtîyê da li dadgehê amade nebû, fermana desteserkirina wî hat dayîn.

Hêzên polîs ji bo belavkirina nerazîyan gaza rondikînr bi kar anîn.

“Imran Xan”  di 10ê Nîsana sala 2022an da bi 174 dengên erê ji 342 dengên parlimanteran ji posta xwe hat wêdadayîn û “Şehbaz Şerîf” hat dewsê.

“Imran Xan”  heta vê gavê jî amade nebûye hikûmeta nû ya piştî xwe bi fermî nas bike.

Serepeyv