Adar 16, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • 2,5 ton Ûraniyûm li Lîbyayê winda bûye

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand ku derdora 2.5 ton Ûraniyûma xwezayî ji navçeyeke Lîbyayê ku di bin desthilata dewletê da nîne, winda bûye.

Li gorî rapora Reuters’ê, Li gorî rapora nihênî ya Rafael Grossi Sekreterê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bo welatên endamê vê ajansê, lêgerên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) tê gihîştin ku 10 bermîlên pêkhatî ji hema bêje 2.5  ton Ûraniyûma xwezayî bi awayê konsantrata kanzaya Ûraniyûmê ku pêştir ji aliyê hikûmeta Lîbyayê va hatibû ragihandin, li cihê ragihandî tinebû.

Li gorî vê raporê, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) dê “Lêkolînên zêdetir” ji bo diyarbûna çawaniya windabûna Ûraniyûmê ji vî cihî ku amaje bi navê wî nehatiye kirin, pêk bîne.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Muemer Qezafî” dîktatorê Lîbyayê yê beryê di sala 1970î da yekem reaktora lêkolînî ya 10 Megawatt ji bo Hêzgeha Tacûrayê ji Suviyetê kirrî.

Amerîkayê sala 1982an Lîbya danî nav lîsteya 63 welatên çalak di warê navokî da û hevkariyên zanistî ji aliyê zanîngehên vî welatî digel Lîbyayê qedexe kir.

 

Serepeyv