Adar 13, 2023 18:27 Asia/Tehran
  •  Koçber nuqmî avên Deryaya Sipî bûn û li Îtalyayê tofana siyasî rabû

Garda deryayî ya Îtalyayê bo rizgarkirina komeke koçberên astengbûyî li deryayaê de ma derengiyê di encamê de komeke koçberan li avên Deryaya Sipî wenda bûn ku bû sedema rexneyan dijî hikûmeta Îtalyayê.

Serokê Partiya Opozîsyona Demokratîka Îtalyayê wek berteka li himber karesata wendabûna komeke koçberan di avên Îtalyayê de ji ber ku garda deryayî ya vî welata dereneg gihêşt hawara wan, got: Bo Îtalya û Ewropayê serşorî ye, em êdî nikarin bibînin ku Deryaya Sipî bibe weke goristaneke di hewayê azad de.

 Rêxistina Mirovheziyê ya Alarmfonê jî di daxûyaniyekê de ragihand ku tevî daxwaza alîkariya qayîqên hilgirê koçberan hêza garda deryayî ya Îtalyayê di warê operasyona rizgarkirinê ma derengiyê û bû sedem koçber canê xwe ji dest bidin.

 Berdevkekî beşa koçberiya Îtalyayê vê dawiyê hişyarî da: Di rojên derbasbûyî de nêzîkî 4 hezar û 600 kes, terka peravên Tûnis û Lîbyayê dane û berê xwe dane navçeyên başûrî ên Îtalyayê.

 

Serepeyv