Adar 13, 2023 17:40 Asia/Tehran
  • Moskowayê bertek nîşanî pêşniyaza Zelenskî ji bo guhertina navê Rûsyayê da

Koşka Krêmlînê bertek nîşanî pêşniyaza ecêb a Serokkomarê Ukraynê ji bo guhertina navê Rûsyayê da.

Li gorî rapora Fars News’ê, “Dmîtrî Peskov” Berdevkê Koşka Krêmlînê di press-konferansa roja Duşemiyê da wek berteka li hemberî behsên vê dawiyê li ser guhertina navê Rûsyayê ji aliyê ukrayniyan va, got: “Rûsya dê wek Rûsya bimîne û her cûre pêşniyaza ji bo guhertina navê wê bo ‘Moskowiya’yê weke pêkeniyekê ye.”

Berdevkê Koşka Krêmlînê tekez kir: “Ev cûre peyam û biryarên wisa divê wek pêkeniyeke nebaş bên zanîn. Pêkeniyên li ser vê mijarê gelekî zêde ne û ez nafikirim ku hewcetî bi pêkeniyeke nû hebe.”

Peskovî got: “Ez careke din divê tekez bikim ku hûn dikarin tenê li vê çîrokê bikenin. Bêyî berçavgirtina vêya ku em çawa wê bi lêv bikiin, Rûsya wek hêzxurteke mezin û welatekî mezin dê her bimîne.”

“Volodîmîr Zelenskî” Serokkomarê Ukraynê roja Înîyê 10ê Adarê destûr da serokwezîrê vî welatî ku pêşniyaza guhertina navê Rûsyayê yê fermî bo “Moskowiya”yê di zimanê ukraynî da bi tamî vekolînin.

Zelenskî ev gotin wek berteka li hemberî daxwazeke online hilêxist ku tê da hatibû îdiakirin navê Rûsyayê zemîneya destdirêjiya zêdetir ser dîroka “Kievan Rus”ê wek dewleteke serdema navîn ku Rûsya û Ukrayn çavkaniya xwe lê girêdidin, dabîn dike.

Di vî warî da, “Dmîtrî Medvedev” Serokkomarê Rûsyayê yê berê û Alîkarê Konseya Ewlehiyê ya vî welatî jî wek berteka li hemberî gotinên Zelenskî, pêşniyaz kir ku navê Ukraynê bo “Stepan Bandera” were guhertin.

Pêşniyaza wî ji bo danîna navê “Hevkarekî bednav ê Naziyan” li ser Ukraynê piştî wê yekê hat hilêxistin ku Volodîmîr Zelenskî destûr da hikûmeta Ukraynê ku pêşniyaza guhertina navê Rûsyayê vekolîne.

 

Serepeyv