Adar 10, 2023 18:16 Asia/Tehran
  •  ‘Şî Cînpîng’ bo cara sisêyan wek serokkomarê Çînê hat bijartin

‘Şî Cînpîng’, roja Înîyê di çardehemîn Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê de bi hemî dengan bo cara sisêyan wek serokkomarê vî welatî hat bijartin

 Bi vî awayî, ‘Şî Cînpîng’, Serokkomarê Çînê bû yekim siyasetvanê Çînê ku vê rekordê bi dest dixe.

 Di hilbijartinên ku di civîna çardehan a Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê de hat lidarxistin, ‘Şî Cînpîng’, wek serokkomarê Çînê û him jî wek serokê Komara Gel a Çînê û him jî wek serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî ya vî welatî hat bijartin. ‘Şî Cînpîng’ bo cara yekê di Adara 2013’an bû serokkomarê Çînê û pişt re di sala 2018’an de bo cara diduyan bo dewreyeke pênc salî ya serokkomariyê li vî welatî hat bijartin.

 ‘Şî Cînpîng’ di dawiya sala 70 salîyê de ye ş eva ku ev siyasetvan yê heta kengê wek serokkomar bimîne, nediyar e. Di sala 2018’an de, Çînê berbendên ser rêya dewreyên serokkomariyê rakirin û bi vî awayî ‘Şî Cînpîng’, karî bo cara sisêyan bibe serkkkomar.

Serepeyv