Adar 10, 2023 15:27 Asia/Tehran
  • Ewropayê Pergala Bazirganiya bi Îranê, INSTEX hilweşand

Welatên ewropî Pergala INSTEX’ê (Instrument in Support of Trade Exchanges) ku di germegerma boykotên Amerîkayê da ji bo hêsankirina bazirganiya digel Îranê damezirandibûn, xistin rewşa neçalak.

INSTEX pergaleke ku welatên ewropî di sala 2019an da ji bo parastina bazirganiya bi Îranê ra li hemberî boykotên Amerîkayê bi rê xistin.

Rayedarên Ewropayê yên payebilind bi caran mukir hatin, ji ber ku kompaniyên ne-hikûmî nabe ku ji bo bazirganiya bi welatekî ra bên neçarkirin, INSTEX tenê wek pêngaveke sembolîk tê zanîn.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Welatên ewropî roja Pêncşemiyê ragihandin ku Pergala INSTEX’ê xistine rewşa neçalak.

Li gorî mukirhatina welatên ewropî, tenê danûstandinek bi rêya vê sîstemê da pêk hatiye.

Wezîrên Derve yên Fransa û Almanyayê îdia kirin ku 10 xwedîpişkên INSTEX’ê yanî Beljîka, Almanya, Fînland, Danmark, Fransa, Holend, Norwêj, Spanya, Swêd û Inglîz gihîştine vê qenaetê ku piştî devberdana Îranê ji xebitîna bi vê pergalê, êdî ti hegerek ji bo dewama çalakiya wê tineye.

 

Serepeyv