Adar 09, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Masûlkeyên robotîk li Japonê; baskê mekanîkî hat çêkirin

Lêkolerên japonî bi bikaranîna teknolojiyên robotîk karîn pêvajoya tevlihev û lihevaliyayî ya tevgerên masûlkeyan dîzayn bikin.

Bêguman ev gelekî asayî ye ku em bala xwe nedin ser pêvajoya lihevaliyayî ku masûlkeyên me kontrol dike û rê dide me ku bilivin û bimeşin, lê ev yek ji bo kesên ku ji şiyanên wiha bêpar in, ciyawaz e.

Niha pêşketinên di warê robotîk da hin rê di vî warî da vekirine.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Destê Mekanîkî ku ji aliyê lêkolerên japonî va û bi saya bikaranîna teknolojiyên robotîk hatiye çêkirin, êdî dikare liv û tevgerên destê mirov bi cih bîne.

Li gorî vê raporê, Li nexweşxaneyeke Fokoşîmayê ev amûr alîkariya kesinan dike ku ji ber sekna (stroke) nişkêvayî ya organên xwe wekî dest û hwd êdî nikarin tiliyên xwe bilivînin.

Ev baskê mekanîkî sîgnalên elektronîkî werdigire û bi bikaranîna hin hîskeran wan bi rêya Hişê Çêkirî analîz dike û vediguherîne liv û tevgeran.

 

 

Serepeyv