Adar 09, 2023 15:40 Asia/Tehran
  •  Seyrokeke biçûk a nû li nêzikî Erd’ê hat keşifkirin

Stêrknasên çînî seyrokeke (asteroîd) nû li nêzikî Erd’ê keşif kirin.

Li gorî rapora Xinhua’yê, Resedxaneya Akademiya Zanistan a Çînê ragihand: Teleskopa NanShan’ê seyrokeke biçûk a nû li nêzikî Erd’ê keşif kiriye.

Navenda Serokan a Yekitîya Navneteweyî ya Stêrknasiyê ev keşif piştrast kir û navê ‘DB2 2023’ li vê seyroka li nêzikî Erdê kir.

Lêkolerekî vê navendê ragihand: Navbira herî nêzik a vê seyrokê digel xolgeha Erdê zêde ji 30 miliyon kîlomitr e ku hema bêje 80 carî navbira Erd û Heyvê ye.

Ev keşifkirin encama hevkariya Navenda Stêrknasiyê ya Şînciyangê û komeke stêrknasên amator bûye.

 

Serepeyv