Adar 08, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Amerîka mezintirîn welat di warê girtîgehên jinan da ye

Di rapora vê dawîyê ya Navenda Destnîşankirina Sîyasetên têkildarî Girtîgehên Jinan li Amerîkayê bi hevkarîya Kempêyna Edaleta Zîrekane hatîye amadekirin da rastîyên serhejîner derheq girtina jinan li vî welatî û rola dewrana piştî pandemîyê di vê zêdebûnê da hatine aşkirakirin.

Li gorî rapora Navenda Destnîşankirina Sîyasetên têkildarî Girtîgehên Jinan li Amerîkayê, ev welata veguherîye yek ji mezintirîn welatên xwedîyê girtîgehên jinan li cîhanê, ji ber ku zêde ji 172 hezar jin di girtîgehên vî welatî da hene.

Ev rapora nîşan dide ku sedî 60ê jinên li girtîgehên herêmî li Amerîkayê hela jî dîwana wan nehatîye kirin û çaverêyê wê qonaxê ne û asta girtina jinan 2 beranberî ya mêran jorda çûye.

Di vî halî da Navenda Destnîşankirina Sîyasetên têkildarî Girtîgehên Jinan li Amerîkayê ragihandîye ku hejmara jinên girtî di encama pandêmîyê da bi hegera bisînorkirina karê girtîgehan bi awayekî berbiçav kêm bûye, lewma bi rakirina wê bisînorkirinê tê payîn ku hejmareke zêde ya jinên ber zîyan û xeterê bera wan ber bi girtîgehan va bê dayîn.

Yek ji hegerên tûşbûna jinan bi cezayan û dezgeha dawerîyê meseleya bêkarîyê ye bi awayekî ku sedî 53yê jinan mehekê berî ku bên girtin, bêkar bûne.

 

Serepeyv